• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li malbata Wekîl Mistefayev kir

Serok Barzanî pêşwazî li malbata Wekîl Mistefayev kir
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li malbata serokê kurdên Qafqasyayê Wekîl Mistefayev kir.

Li gor malpera fermî ya serok Barzanî derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Roja yekşem 12.05.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya malbat û kesukarên siyasetmedar û serkirdeyê Kurdên Qefqas xwedê jêrazî Wekîl Mistefayev kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Wekîl Mistefayev serxweşî û hevxemiya xwe bi malbat û kesukarên xwedê jêrazî gihand. Serok Barzanî Wekîl Mistefayev bi têkoşerekî mezinê Kurd û xwedan helwest da zanîn û ragihand ku her kesek xizmeta gelê xwe kiribê û li nav dilê mîlletê xwe da bê, ew herdem bi nemir dimîne.

Her li vê hevdîtinê de malbata Wekîl Mistefayev spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ji bo pêşwazîkirin û girîngîdana xwedê jêrazî û her wiha bi ax spartina termê Mistefayev li Kurdistanê, ku axa wê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Her wiha Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê bi cihê hêvî ya ji bo hemû Kurdên cîhanê wesif kir.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê mala hemû Kurdeke û ev welat bi xwîna şehîdan dirust bûye û bi xwîna şehîdan jî tê parastin.

Basnews
Top