• Saturday, 14 February 2026
logo

Parlementoya Kurdistanê dergehê xwe kandîdkirinê bo serokatiya Herêmê vekir

Parlementoya Kurdistanê dergehê xwe kandîdkirinê bo serokatiya Herêmê vekir
Serokatiya parlementoya Kurdistanê dergehê xwe kandîdkirinê bo wan kesên ku dixwazin bibin serokê/a Herêma Kurdistanê.

Peyamnêrê WAARê li Hewlêrê ragihand: Îro parlementoya Kurdistanê dergehê xwe kandîdkirinê bo wan kesên ku dixwazin bibin serokê/a Herêma Kurdistanê vekir û ji îro pêde her kes dikare xwe bike kandîdê/a serokatiya Herêma Kurdistanê.

Herwiha got: Tomarkirina navê kandîdên serokatiyê heta roja 15 vê mehê didome.

Îro PDK navê namzedê xwe ango cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ji bo serokatiya herêma Kurdistanê dê pêşkeşî parlamentoyê bike.

Parlementoya Kurdistanê roja 8 vê mehê, qanûna serokatiya Herêma Kurdistanê, ku çend roj berê hatibû hemwarkirin, pesend û aktîf kir.

Li gorî qanûna nû, serok dê ji aliyê parlementoyê ve bê hilbijartin.

Yek ji şertên serokatiya Herêma Kurdistanê ew e ku divê serok xelkê Herêma Kurdistanê be û temenê wî jî nabe ji 40 salan kêmtir be.

Waar.tv
Top