Tirkiyê hêzeke leşkerî şand ser sînorê Rojava
Li gorî nûçeya medya tirk, karwaneke din a leşkerî ku ji yekîneyên komandoyan û wesayîtên zirxî pêk dihat ji ser Entab û Hatayê ve bo sînorê Sûriye-Rojavayê Kurdistanê hat şandin.
Hat ragihandin ku karwana leşkerî gihîştiye deriyê sînorî yê Oncupinar ê Kilîsê û mebest jî teqwîyekirina hêzên li Sûriyê yên artêşa Tirkiyê ye.
