HDP banga avakirina eniyeke demokratîk dike
Temeli da zanîn, di van 4 salan de kuştin çêbûn, bi deh hezaran kes hatin girtin, welatî ji kar hatin dûrxistin û şer hebûye, ew dikarin rê li ber vê xerapkariyê bigrin.
Hevserokê HDPê got: “Di peyama Ocalan de tenê aştî, aramî û gavên demokrasiyê hebûn. Di peyamê de diyar e ku Ocalan dikare aştiyê pêk bîne. Rolek wî ya baş heye. Çima hûn ji bo hevdîtinan evqas astengiyan derdixin?
Herwiha bang li partiyên siyasî yên Tirkiyê kir û got: “Dereng nîn e, em dikarîn bi pêngavên demoratîk û atiyane, enîyekê ava bikîn. Eniya pêşdexistina demokrasiyê. Bila Tirkiye ber bi rêyeke baştir, aramtir û baş birêve biçe.”
K24
