• Saturday, 14 February 2026
logo

Gorran: Me ji bo her wezaret û postekê xwe sê kandîd destnîşan kirine

Gorran: Me ji bo her wezaret û postekê xwe sê kandîd destnîşan kirine
Berpirsekî Gorranê ragihand, wan bo her wezaret û posta ku di hikûmetê de ber para wan ketiye, sê kandîd destnîşan kirine.

Endamê civata niştimanî ya Gorranê, Nesredîn Mehmûd ji BasNewsê re got, em mijûlî destnîşankirina kandîdên xwe ne bo wezaret û postên ku di hikûmeta nû de ber para me ketine.

Nesredîn Mehmûd her wiha got, em bo her wezaret û postekê 3 kandîdan destnîşan dikin. Piştî ku tevahiya kandîdên xwe destnîşan kir emê navên wan bidin wî kesê ku dê bibe serokê nû yê hikûmetê.

Ew wezaret û postên ku di hikûmeta nû de ber para Gorranê ketine ev in:

Cîgirekî Serokê Herêma Kurdistanê (dê du cîgirên serok hebin), Wezareta Darayî, Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, Wezareta Avedankirin û Niştecîhkirinê û cîgirê serokê hikûmetê bo karûbarên reformê.

Basnews
Top