• Saturday, 14 February 2026
logo

Riza Altun nûçeya kuştina xwe red dike

Riza Altun nûçeya kuştina xwe red dike
Endamê Desteya Rêveber ê KCKyê Riza Altun ragihand, nûçeyên di derbarê kuştina wî de hatine belavkirin, şaş û derew in. Medyaya Tirkiyê dijî PKKê şerekî taybet bi rê ve dibe û dixwaze hişmendiya xelkê Tirkiyê bi rê ve bibin. Pêwîst e mirov baweriya xwe bi wan neyîne û girîngiyê nede wan.

Riza Altun got: “Medyaya Tirkiyê ji berê ve dijî tevgera me, siyaseta şerê taybet bi rê ve dibe. Ev şerê taybet di demên dawî de dijwartir e. Bi berdewamî nûçeyên şaş û derew belav dikin. Armanca wan rêvebirina hişmendiya xelkê ye. Herwiha dixwazin moralê aliyên welatparêz jî têk bidin. ”

Aşkere kir jî: “Rast e. Di 21ê Adarê de Qendîl hate bombebaran kirin. Lê ez li wir nebûm. Çi pêwendiya wê êrîşê bi min re nîn e. Digel ko ez ne li wir bûm, hikûmeta Tirkiyê pêwîstî dît, bangeşeyekê bi vî rengî bike. Divê mirov baweriya xwe bi van nûçeyên şaş û derew neyîne. Ev bangeşeya şerekî taybet e. Divê mirov girîngiyê nede wê.”

K24
Top