• Saturday, 14 February 2026
logo

Kurê Wekîl Mistefayev: Ji bo me pêşwazîkirina xelkê Kurdistanê pîroztirîn tişt e

Kurê Wekîl Mistefayev: Ji bo me pêşwazîkirina xelkê Kurdistanê pîroztirîn tişt e
Serokê Komara Kurdistana Sor û siyasetmedarê Kurd Wekîl Mistefayev li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, li Goristana Şêx Ehmed bi axê hat spartin. Kurê wî Cîmûr Mistefayev dibêje ji bo wan pîroztirîn tişt e ku xelkê Herêma Kurdistanê pêşwazî li me kir.



Wekîl Mistefayev di 81 saliya xwe de, li Belcîka koça dawiyê kiribû û li ser wesiyeta wî, cenazeya wî bo Herêma Kurdistanê hat veguhastin û li nav axa vê parçeyê Kurdistanê hat veşartin.



Berî veşartina cenazeyê Wekîl Mistefayev li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li salona Saad Adbullah bi beşdariya hejmarek siyasetmedar, nûnerên partiyaê siyasî, rewşenbîr û kesayet merasîmek pêşwazîkirinê hat sazkirin û têde çend peyam hatin xwendin.



Biraziyê Wekîl Mistefayev ê bi navê Bahadîn Mistefayev ji Rûdawê re wiha behsa mamê xwe kir: “Wî du pirtûk ji bo miletê xwe nivîsandine ku bizanibin dîroka xwe. Wî dixwest miletê Kurd xwe nas bike û kokan wan ji kûderê tê.”



Di merasîmê de peyamên Serok Mesûd Barzanî û Serokêwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hatin xwendin.



Nûnerê Ofîsa Serokwezîriyê Mehdî Mizûrî: “Em şerefmendin ku bi biryara cenabê Serok Barzanî û bi rênimeyên rêzdar Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li cenazeyê Serokê Kurdistana Sor Wekîl Mistefayev dikin.”



Kurê Wekîl Mistefayev, Cîmûr Mistefayev jî got: “Ez gelek spasiya Serok Barzanî û hemû Herêma Kurdistanê dikin bo vê piştevanî û merasîmê. Ew xewna bavê min bû ku bê Kurdistanê. Ji bo me dilxweşiyeke bêsînor e ku dibînin xelkê Kurdistanê pêşwazî li me dikin. Ji bo me ev pîroztirîn tişt e.”



Di wesiyeta xwe de Wekîl Mistefayev dibêje, ji ber wî nikarîbû azadiya Başûrê Kurdistanê bibîne, bila termê wî li Başûrê Kurdistanê bispêrin axê.




Wekîl Mistefayev kî ye?

Wekîl Mistefayev di sala 1938a de li Ozbekistanê, di malbateke penaber de jidayik bû. Malbata wî ji Qafqasya ber bi Asyaya Navîn hatibû surgunkirin.


Di sala 1967an de Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Qirgizistanê qedandiye û piştî xilaskirina zanîngehê, bûye Cîgirê Asayişa Bajarê Oşê li Qirgizistanê, paşê jî bûye wekîlê bajêr.


Wekîl Mistefayev di dema Sovetê de li Wezerata Polîsê Qirgizistanê, Azerbaycanê û Ozbekistanê wezîfeyên giring pêk aniye.


Di sala 1988an de li Sovyetê tevlihevî û nakokiyên di nav miletên cuda de dest pê dike, li ser Kurdên Ozbekistanê, Qirgizistanê, Ermenistanê zextên neteweperestî dest pê dike, Wekîl Mistefayev tevî hevalên xwe rêxistina "Yekbûn" ê ava dike û dibe cigirê wê organizasyonê, armanca wî ji nû ve avakirina otonomiya Kurdistana Sor bû.


Wekîl Mistefayev piştî hilweşandina dewleta Sovyetê wek penaber li Ewropayê dijiya.


Pirtûka dîrokê ya bi navê "Kurdistana Qafqasyayê" nivîsandiye û xwediyê bi sedan gotarên dîrokî û siyasî ye.

Rudaw
Top