Amerîka mûşekên patrîot dişîne Kendava Erebî
Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) di daxuyaniyekê de aşkere kir, keştiya USS Arlington ku helgira dijemûşekên Patriot e û wek pêşketîtirîn sîstema dijemûşekî li cîhanî tê nasîn, şandiye Rojhilata Navîn.
Herwaha diyar kir, armanca şandina wê keştiyê, ji bo rêgirtina li her operasoneke Îranê li ser hêzên Amerîka li navçê bibe. Û got: Pentagon bi hemû şiyana xwe çavdêriya tevgera artêşa Îranê û hêzên li navçê yên nêzîkî Tehranê dike.
Daxuyaniya Pentagonê tekez kir, ew şer naxwazin, lê ew ji bo berevaniya li berjewendiyên welatê xwe li navçê di amadebaşiyê de ne.
Alozî di navbera Amerîka û Îranê niha gurtir bûye, bi taybet ku Amerîka di Mijdara 2018an de qonaxa duyem a sizayan li ser Îranê sepand û ji bo 6 mehan rê da 8 welatan petrola Îranê bikirin. Ew heyama 6 mehan jî, ji destpêka vê mehê ve bidawî bû.
Basnews
