• Saturday, 14 February 2026
logo

PDK wezîrekî ji pişka xwe dide PSDKê

PDK wezîrekî ji pişka xwe dide PSDKê
Parlementerê PDKê li Parlementoya Kurdistanê Hêvîdar Ehmed aşkere kiriye PDK wê wezîrekî ji pişka xwe bide PSDKê.

Hêvîdar Ehmed aşkere kiriye wê Partiya Demokrata Kurdistanê, (PDK) wezîrekî ji pişka xwe bide Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (PSDK) herwiha wê PDK wezîrekî bide mesîhiyên Kurdistanê.

Hêvîdar Ehmed ji BasNewsê ra gotiye: “Roleke kara ya Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokarata Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmud hebû. Herwiha li ser pirsa referandûmê û li ser pirsên din ê niştimanî xwedî helwêstên ciwan bû. Ev jî bûye sedem ku PDK rêzê li bigire û wezîrekî ji pişka xwe bide wê hizbê.

Herwiha Hevîdar Ehmed amaje bi wê yekê jî kiriye ew hewl didin yekrêziyê pêk bînin û rola kîjan hizba Herêma Kurdistanê hebe ew dixwazin beşdariyê di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî da bikin. Bi wê armancê wê PDKê wezîrekî ji pişka xwe bide PSDKê û mesihiyan herwiha tirkmenan jî posta cîgirtiya serokê parlementoya Kurdistanê girtiye.



Basnews
Top