Pêvajoyeke nû ya çareseriyê bûye mijareke germ a Tirkiyê
Piştî 8 salan li grava Îmraliyê hevdîtinek di navbera Rêberê PKKê Abdulah Ocalan û parêzerên wî de hat encamdan. Hevdîtin weke hewlên destpêkirina proseyeke nû ya aştî û çareseriyê jî hate şirovekirin lê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku proseya çareseriyê di rojeva hikumetê de tine.
Recep Tayyip Erdogan got: “Tiştek bi navê proseya çareseriyê di rojevê de tine. Ma bû 8 sal? Em rê didin ku malbata wî seredana wî bikin. Dibe ku parêzer nekarin biçin, lê malbata wî seredana wî dikin em destûrê didin.”
Di dema proseya aştî û çareseriyê de aliyê ku bi hikûmetê re gotûbêj dikir HDP bû. HDP hemû şirove û gotinên di derbarê jinûve destpêkirina proseya çareseriyê weke bangeşeya hikûmetê dibîne.
Berdevka Encûmena Jinan ya HDPê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji Rûdawê re eşkere kir: “Tiştekî ku em pê hêvîdar bibin tine. Şeş meh in ku Leyla Guven û hevalên din greva birçîbûnê dimeşînin. Eger gavek hatibe avêtin jî bi saya tekoşîna wan e. Em niyeteke wisa nabînin ku careke din dest bi diyalog û muzakereyan yan proseyeke nû ya çaresereya meseleyê bikin, niyeteke wisa xuya nake.”
Hevdîtina bi Ocalan re di demeke de ye ku encama hilbijartinên Stenbolê hatine hilweşandin û biryar e hilbijartin 23ê Hezîranê werin dubarekirin. Ew jî dibe sedema şirovêya vê yekê ku AK Partî dixwaze ji bo hilbijartinên Stebolê piştgirya HDP bi dest bixe.
Parlementerê CHPê Abdullatîf Şener ji Rûdawê re diyar kir: “Desthilat hisaba wê yekê dike ka ew dê çawa bikare bi vî dîmenê ku derketiye holê, bandorê li ser hilbijartinên Stenbolê bike. Li holê tenê yek dîmen jî hebe desthilat dikare hisabê li ser bike.”
Di nav beşek ragihandina Tirkiyê de jî şirovekar û analîst behsa wê yekê dikin ku hevdîtina Ocalan ya bi parêzeran re û peyamên wî ji meseleya çareseriyê zêdetir peywendî bi meseleya Suriyê heye û Tirkiye dixwaze bi rêya Ocalan hişyariyê bide Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û sûdê ji bandora Ocalan a li ser vê hêzê werbigre.
Rudaw
