Bexda hewl dide zevîyên Kurdan dagîr bike
Xwedîyên zevîyên çandinê li bajarokê Pirdê, rûpîvana zevîyên wan 100 donime û hikumeta Îraqê jî divêtin ji wan bistîne û bi ser hêzên Îraqî re pişik bike.
Mam Ezîz, bi tapoya zevîya xwe hatibû û digot: Bi hemû awayekê li dijî evê bi erebkirinê radiwestîn.
Rêbwar teha, endamê Civata Nwênerên Îraqê dibêje: Ev corên hewlan û sîyasetan encama wê şikestine.
Zevên hinekan bûyêne xanî, hinek jî zevîyên hêj çol û beyare û ti pirojeyên xizmetguzarîyê bo nehatîne kirin. Ew dever jî dikeve di navbera hêzên Îraqî û Pêşmerge.
Rûniştvanên Kurd li wî deverî çavên wan li wê yekêye bi rêya Perlemana Îraqê ve, hewlên hikumetê bihên ragirtin.
Arîşeya zevîyan li piştî 16yê Oktoberê li deverên Kurdistanê serhildaye û hinek ji arîşe ewin ku malbatên Ereb yên serdema Sedam û Beisê vedigerin ser zevîyên Kurdan û ev mijar hêj nehatîye çareserkirin.
K24
