Li Efrînê %70yê xwendekaran bûne Ereb û Tirkmen
Piştî bêhtirî salekê ji êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê li dijî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û destdanîna ser tevahiya herêmê, heta niha kerta xwendin û perwerdeyê di nav zehmetî û astengiyan de ye. Tora Medyayî ya Rûdawê, zanyariyên taybet bi kerta perwerdeyê ya Efrînê berdest kirine.
Hejmara xwendekarên tevahiya qonaxên xwendinê 45 hezar xwendekar in. Berî êrîşê hejmara xwendekaran 49 hezar xwendekar bûn. Niha rêjeya xwendekarên hawirde %70 ye û ya Kurdan %30 ye.
Berî êrîşê, rêjeya xwendekarên Kurd %95 bû. Hejmara dibistanên çalak niha 204 dibistan in. Berî êrîşê hejmara dibistanan 324 dibistan bûn.
Hejmarek ji xwendekarên Efrînê testa YOS ji bo wergirtina li zanîngehên Tirkiyê kiriye. Berî êrîşê Zanîngeha Efrînê hebû ku 4 fakulte û 6 beş li xwe digirtin.
Berî krîzê, tevahiya programên xwendinê bi zimanê Kurdî bûn. Niha tenê li hin dibistanan heftane çend saet bi zimanê Kurdî tên xwendin.
Ji bilî koçberbûna bi hezaran xwendekarên Kurd ji Herêma Efrînê, û girtina deriyên Zanîngeha Efrînê û hejmareke mezin ji dibistanan û sepandina programên xwendinê yên bi zimanê Erebî li şûna yên bi zimanê Kurdî, sîma û taybetmendiyên Kurdî yên herêmê jî bi temametî li dibistanan hatine jinavbirin.
Rudaw
