• Saturday, 14 February 2026
logo

Hejmara welatiyên Kurd li Efrînê kêm dibe

Hejmara welatiyên Kurd li Efrînê kêm dibe
Berî êrîşa Tirkiyê û opozisyona Sûriyê ji sedî 95 ji nişteciyên herêma Efrînê ya rojavayê Kurdistanê Kurd bûn. Niha hejmara Kurdan bi şêweyekî metirsîdar kêm bûye.



Hinek çavkanî diyar dikin ku rêjeya Kurdan niha li herêma Efrînê nêzîkî ji sedî 60 ye, lê hin çavkaniyên din ji nav bajarê Efrînê û herêmê tekez dikin ku rêjeya Kurdan niha ji sedî 35-40 derbas nake û bêtirî ji sedî 60 ji nişteciyên herêmê Ereb û Turkmanên hawirde ne.



Piştî êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê li dijî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û destdanîna li ser tevahiya heremê, hejmar û pêkhateya nişteciyên wê herêma Kurd bi şêweyekî bingehîn hatiye guhertin.



Di encama êrîşê de, bi sed hezaran Kurdên herêmê koçber bûn. Piştî kontrolkirina herêmê jî bi deh hezaran Ereb û Turkmanên hawirde li herêmê di nav malên xelkê resen ên herêmê ku neçarî koçberiyê bûbûn hatin niştecîkirin.



Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê, hin zanyarên nû derbarê hejmara nişteciyên herêma Efrînê ji Tora Medyayê ya Rûdawê re aşkere kirin:



Amarên fermî jî yên nişteciyên herêmê yên sala 2005 an bedest in. Li gora çavkaniya taybet bi Rûdawê, niha hejmara nişteciyên herêmê 425.000 kes in, sala 2005an 446.393 kes bûn. Niha hejmara nişteciyên Efrînê û gundên bi ser ve 200000 kes in, sala 2005an 133090 kes bûn. Niha hejmara nişteciyên Cindirês û gundên bi ser ve 70000 kes in, sala 2005an 60622 kes bûn. Niha hejmara nişteciyên Raco û gundên bi ser ve 65000 kes in, sala 2005an 69317 kes bûn. Niha hejmara nişteciyên Mabata û gundên bi ser ve 25000 kes in, sala 2005an 52536 kes bûn. Niha hejmara nişteciyên Şera û gundên bi ser ve 25000 kes in, sala 2005an 50994 kes bûn. Niha hejmara nişteciyên Bilbilê û gundên bi ser ve 25000 kes in, sala 2005an 50205 kes bûn. Niha hejmara nişteciyên Şiyê û gundên bi ser ve 15000 kes in, sala 2005an 29629 kes bûn.



Bi hevberkirina van amaran, diyar dibe ku çiqasî hejmara nişteciyên resen ên herêmê kêm bûne. Tevî derbasbûna 14 salan di ser amarên sala 2005an ve, hejmara nişteciyên kêm bûye. Çavkaniya taybet bi Rûdawê, diyar kir ku rêjeya Kurdan niha li herêmê nêzîkî ji sedî 60 ye, lê hin çavkaniyên din ji nav bajarê Efrînê û herêmê tekez dikin ku rêjeya Kurdan niha ji sedî 35-40 derbas nake û bêtirî ji sedî 60 ji nişteciyên herêmê Ereb û Turkimanên hawirde ne.



Berî êrîşa Tirkiyê opozisyona Sûriyê ji sedî 95 ji nişteciyên herêmê Kurdên bûn. Niha, ji bilî bi deh hezaran Kurdên herêmê ku penaberî Ewropa û Tirkiyê bûne, bêtirî 200 hezar Kurdên herêmê koçberî navçeya Şehba li bakurê Helebê, bajarê Helebê, herêmên Kobanî û Cizîrê û heta Başûrê Kurdistanê bûne.

Rudaw
Top