• Saturday, 14 February 2026
logo

Fransa hişyarî da: Eger Îran rêkeftina etomî binpê bike dê were cezakirin

Fransa hişyarî da: Eger Îran rêkeftina etomî binpê bike dê were cezakirin
Hikûmeta Fransa hişyarî da Îranê û ragihand, eger Îran rêkeftina etomî binpê bike dê rastî cezayên Ewropayê were.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî îro ragihand, Îran ji beşek ji rêkeftina etomî derdikeve ji ber wê jî dest bi meyandina ûraniyomê dike.

Wezîra Berevaniya Fransa, Florence Parly li hember vê yekê nerazîbûn nîşan da û ragihand, eger Îran rêkeftinê binpê bike dê rastî cezayên Ewropa were.

Fransa yek ji wan welatan e ku rêkeftina etomî ya Îranê îmze kiriye.

Basnews
Top