• Saturday, 14 February 2026
logo

Parezerên Ocalan naveroka hevdîtine eşkere kirin

Parezerên Ocalan naveroka hevdîtine eşkere kirin
Parezerên Ocalan ku yên hevdîtin pêkanîn Nevruz Uysal û Rêzan Sarica li hola Otelekê li Stenbolê kongreyeka rojnamewanî pêk anîn.

Daxuyanîya li ser hevdîtine Rezan Sarica xwend û got: ”Roja 2yê Gulanê ya bi hev Ocalan bû. Ev daxuyanîye 4 parêzeran serledan kir û daxwaza 2 parêzeran hat qebûl kirin. Jibo çapemenîê û raya giştî. Birgitîgeha Tîpa Fye ya li Îmralî 2ye Gulanê de me hevdîtin pêkanî. Ji 27ê Tîrmeha sala 2011an de cara yekemîne parêzeên xwe re hevdîtine dike. ji berîya 2 hefteyan me serledan kiribû li dadgeha giran ya Bursaye re û me dixwest jibo hemu parêzeran destûr be dayîn. Armanca ve serledanê û hevdîtinê jibo Abdullah Ocalan û girtîyên din Veysî Aktaş, Êmer Hayrî Konar û Mehmet Saît Yildirim re bikin bele ev yek nehat qebûlkirin. Me 4 parêzeran serledan kiribû belê destur hat dayîn tenê 2 parezer biçin. Tu asteng nebû belê daxwaza malbatê jî nehat qebulkirin. Em ve qebulnekirine veke binpekirineke qebûl dikin. Nîşaneyeka ev hevdîtin perîyodîk bê kirin li destê me de tuneye. Dive hevdîtin ben pêkanîn.”

Daxuyanîya din ya naveroka hevdîtine jî parêzer Nevruz Uysalê Xwend û wiha got: ”Demê em tê de derbazdibin, pewistiya hevhatineke civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka di vê ji hemu cureyên cudabûn û pevçûna durbi pewistiya hevditinên demokratîk heye. Pirsgirêkên Tirkiyeyê heta yên herêmê, di serî de şer, ne bi amurên tundî yê, bi nermatîyê yanî aqil û politika û çandê wê bê çareserkirin. Em bawerin Hêzên Demokratîk yên Surî (SDG) bi çarçoveya xwe, ji çanda şer dur bisekine, di çerçoveya cihên xwe û rewşa xwe di perspektifa bi girêdayî û dibin kontrola makezagonê de demokrasiya herêmî wê bigihîne armanca xwe. Di vê çerçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyeyê ji neyên jibîr kirin. Li gel rêza ji bo hevalên di girtigehan de û yên derve, tendurustiya wan ji bo me giringe û divê nekeve xeterîyê de. Ji bo me tendurustiya wan ya aqlî, ruhî û fizikî ji beriya hertiştî tê. Herwiha em bawerin ku nêzikbuna herî watedar ewe ku pêşvebirina sekna zanin û ruhîye. Sekna me ya İmralîyê, şewayê axaftinên di daxuyanîya Newroz 2013 yê de hêj pehtir bên kurkirin û fêhmkirine. Ji bo me aşitiye ke bi Rumet û siyaseta demokratîk esase.”

Waar.tv
Top