Li parlamena Tirkîyeyê careke din peyva Kurdistanê bû mijara nîqaşê
Rayedar û berpirsên HDPê bertek nîşanî vê helwest û bersiva serokê Parlamen didin û dibêjin divê peya Kurd û Kurdistanê bê qebûlkirin û zor û» zexta li serê jî bête rakirin.
Huseyîn Kaçmaz-Parlamenterê HDPê yê Şirnexê, dibêje:"Desthilata AKPê careke din nîşan da ku ew çiqas li dijî Kurd û Kurdistanê ye. Pêşî ew bixwe qebûl dikirin, lê belê dema konjoktor guherî neyartîya xwe ya li dijî peyvên Kurd, Kurdistan û bajarên Kurdan derket holê. Hetta li Japonyayê nehîştin ku perwerdeya Kurdî bê kirin. Lê belê ciza û bedel çi dibe bila bibe em ê her daîm bibêjin Kurdistan heye û wê her hebe."
Lı alîyê din ev mijar ji alîyê komeleyên mafên mirovan jî rastî nerazîbûnan tê. Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan ÎHD'ê dibêje, Parlamena Tirkîyeyê hay ji dîroka
xwe nîne û destnîşan dike ku bi red û înkarkirina navê Kurdistanê, him cihêkarî tê kirin him jî mafê mirovan tê binpêkirin.
Ozturk Turkdogan-Hevserokê Komeleya ÎHD'ê, dibêje: "Parlamentoya Tirkîyeyê ketîye rewşeke wisa ku hay ji dîrok û rabirdûya xwe nîne. Heke ew arşîvên meclîsê vekin ew ê bibînin ku Kurdistan heye, mebûsên Kurdistanê heye. Ji loma ev bersiva ji bo pêşnîyazpirsa Kurdistanê ku serokê parlamen gotîye "tundî û îfadeyên rencîdekirinê" dihewîne, heqaretkirina gelê Kurd e."
Di dema proseya aştî û çareserîyê de Serokkomarê Tirkîyeyê Erdogan û berpirsên hikûmetê çendîn car peyva Kurdistanê bikar anîbûn û gotibûn ku herêmeke bi navê Kurdistan heye, lê belê piştî qutbûna proseyê û nemaze di demên hilbijartinan de berevajî gotinên xwe yên berê gotibûn ku li Tirkîyeyê herêmeke bi navê Kurdistanê tune ye.
