• Saturday, 14 February 2026
logo

YNKê tehdîd kir: Eger wisa be emê ji rêkeftina hikûmetê vekişin!

YNKê tehdîd kir: Eger wisa be emê ji rêkeftina hikûmetê vekişin!
Tê gotin ku YNKê ji ber qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, gefa wê yekê xwariye ku dê ji rêkeftina bi PDKê re vekişin!

Komîsyona Yasayî ya parlementoya Kurdistanê dê îro bicive û beşek ji qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê di warê çawaniya destnîşankirina cîgir yan cîgirên serok de biguherîne. Eger ew guhertin pêk were wê çaxê destê serok dikare heta çend cîgiran ji xwe re destnîşan bike.

Li ser vê mijarê, parlementerê YNKê li parlementoya Kurdistanê Şemol Aştî ji BasNewsê re got, em wê guhertinê qebûl nakin. Ji ber wê jî me daxwaza civînê bi firaksyona PDKê re kiriye û emê qasek din bicivin.

Şemol Aştî her wiha got, eger beşa ku li qanûna serokatiyê hatiye zêdekirin, bikeve dengdanê em ne deng didin wê ne jî deng didin qanûna serokatiyê.

Li gorî agahiyên BasNewsê, parlementerekî YNKê bi nûnertiya rêveberiya wê partiyê ji PDKê re gotiye, eger ew guhertin were kirin ewê ji rêkeftina pêkanîna hikûmetê vekişin.

Malpera fermî ya YNKê jî ragihandiye, eger ew guhertin di qanûna serokatiyê de pêk were wê çaxê rêkeftina YNK û PDKê hildiweşe.

PDK û YNKê roja 5 vê mehê li Silêmaniyê, rêkeftina dûmahîkê li ser pêkanîna hikûmetê îmze kiribûn.

Basnews
Top