• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Rûsyayê agir girte balefira rêwiyan: 41 kes mirin

Li Rûsyayê agir girte balefira rêwiyan: 41 kes mirin
Li paytexta Rûsyayê Moskowê, balefira rêwiyan dema xwest bilez dakeve balefirgehê, agir girtê û ji 41 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê komîteya federasyona Rûsyayê ya lêpirsînê Svetlana Petrenko ji rojnamevanan re ragehand, balefira sefera Moskowa û Murmanskê dike, bi awayek lezgîn xwest dayne balefirgeha Şeremetyevo û dema xwest rûnê agir girtê.

Petrenko ragehand: ‘’Di balefirê de li gel karmendên balefirê 78 kes hebûn. Di lêpirsînê de derket ku kesên ku jiyan dikin û rizgar bûne ji bûyerê hejmara wan 37 kes e.’’

Balefira bi cureya SSJ-100 a şîrketa Rûsî ya Aeroflot şeva borî dema xwest bi awayek lezgîn dayne agir girtê û di bûyerê de 41 kesan jiyana xwe ji dest da, 37 kes jî rizgar bûn.

Basnews
Top