• Saturday, 14 February 2026
logo

AKP rijte li ser dûbarekirina hilbijartinên Stenbolê

AKP rijte li ser dûbarekirina hilbijartinên Stenbolê
Serokomarê Tirkiye bi awayeke aşkera daxwaza nûkirina hilbijartinên Stenbolê kir û ji Komîsyona Hilbijartinê xwest bilez biryara xwe bide.

Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî jî wek Erdogan rijd e li ser dûbarekirina hilbijartinên Stenbol û du navçeyên din de.

Namzetê AK Partî yê bo Şaredariya Stenbolê Binalî Yildirim dibêje, wan hemû gotinên xwe gotine û niha li benda biryara Komîsyona Hilbijartinê ne.

Binalî Yildirim – namzetê AKPyê bo şaredarîya Stenbolê, got:" Prosesa piştî hilbijartinê derbasî qonaxa yasayî bûye. Komîsyona Hilbijartina Bilind jî derbarê hilbijartinên Stenbolê de, li ser giliyên me û MHPê lêkolîn kirin. Di demeke kurt de wê biryara xwe bide. Ji destpêkê ve em dibêjin, cihê biryarê tenê Komîsyona Bilind e û divê hemû alî rêz li biryarê bigrin. Gotinên pêwîst yên derbarê sextekarî û neheqiyan de me berê gotin û niha em li benda biryarê ne."

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî li benda biryara Komîsyonê ye û hêvîdar e, komîsyon bi navê demokrasî û siberoja welat nîşan bide ku Tirkiye welatekî demokartîk e da ku di qada navnetewî de pêşiya welat vebe.

Nûnerê HDPê yê di Komîsyona Bilinda Hilbijartinê de Mehmet Ruştu Tiryakî da xuyakirin, tu bingeheke yasayî ya betalkirina hilbijartinê nîne û çaverê nake biryara nûkirina hilbijartinê derkeve.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolu, di lêpirsînên dawî de derket holê ku, 43 endam û serokên desteyên sindoqên hilbijartinê bi Cemaeta Gulen re pêwendîdar in ku du ji wan sîstema ByLock bikaranîne, 41 kesan jî di Bankasya de pereyên xwe razandine.

Pispor dibêjin, ew hêza Komîsyona Hilbijartinê nîne ku hember desthilata Erdogan berxwe bide. Eger Erdogan di daxwaza dubarekirina hilbijartinê de bibiryar be, dê hilbiartin werin dubarekirin, lê hilbijartin dubare bibe jî, misoger nîne namzetê AK Partî biserkeve.

Top