• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî meha Remezanê li Misilmanan pîroz kir

Serok Barzanî meha Remezanê li Misilmanan pîroz kir
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta hatina meha Remezanê peyamek belav kir û têde meha Remezanê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.



Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina meha Remezanê peyamek arasteyî Misilmanên Kurdista û cîhan kir û ragihand: “Hêvîdarim meha Remezanê bibe cihê xêr û xweşiyê.



Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Hêvîdarim hatina meha pir bereket û dilovaniyê Remezan bibê cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistan, Iraq û hemû mirovayetiyê. Herwiha hêvî dikin ku bi wesileya dawîhatina teror, tundî û belavbûna aştî, pêkvejiyan û bexteweriyê ji bo hemû mirovayetiyê.”



Barzanî dibêje: “Bi helkefta hatina meha remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li hemû Misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim.”

Rudaw
Top