• Saturday, 14 February 2026
logo

Rêveberê polîsê Kerkûkê: DAIŞ li Kerkûkê pir baş xwe bi rêxistin kiriye

Rêveberê polîsê Kerkûkê: DAIŞ li Kerkûkê pir baş xwe bi rêxistin kiriye
Rêveberê polîsê Kerkûkê behsa wê yekê dike ku rewşa nav bajarê Kerkûkê baş nîne û pir xirabe û her diçe rewşa bajar aloztir dibe û DAIŞê xwe baş bi rêxistin kiriye.

Rêveberê polîsê Kerkûkê Idrîs Rifet ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewşa ewlehiya bajarê Kerkûkê pir xirabe û hêzên ewlehiyê hemahengiya wan li gel xelkê û nav xwe de jî tine ye. Xelkên naverast û başûrê Iraqê anîne bajar û di encama rewşa xirab a bajar de, mixabin DAIŞ bi awayek baş xwe bi rêxistin kiriye.’’

Rêveberê polîsê Kerkûkê got: ‘’Çalakiyên veşartî û partîzanî yên DAIŞê nav Kerkûkê destpê kir û xelkê dikujin û direvînin. Gelek kes bê serûşûn in û ev yek hişyariya dawiyê ye. Eger rewş waha berdewam bike, rewşa Kerkûkê jî wekî ku naha jî heyî namîne û dê gelek xirabtir bibe.’’

Basnews
Top