• Saturday, 14 February 2026
logo

PDK û YNKê rêkeftina pêkanîna hikûmeta Kurdistanê îmze kirin

PDK û YNKê rêkeftina pêkanîna hikûmeta Kurdistanê îmze kirin
Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNKê rêkeftina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê îmze kirin.

Îro şandeka PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî li bajarê Silêmaniyê bi rayedraên YNKê re hevdîtin kirin û piştî hevdîtinê, rêkevtina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê îmze kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Giştî yê YNKê Kosret Resûl do merasîmekê de rêkeftin îmze kirin.

Piştî îmzekirina rêkevtinê Nêçîrvan Barzanî derbarê proseya lihevkirinê de got: “Piştî heyameke dûr û dirêj îro me rêkevtina çawaniya pêkanîna hikûmeta nû îmze kir. Bêguman pêvajoya giftûgoyan bi hêsan nebû, lê me heyameke dijwar li dûv xwe hişt. Tişta girîng ew bû ku bi rêya giftûgoya ew pêvajo bi dawî bû û em bi keyfxweşî pêşwazî li vê yekê dikin. Min pêştir jî gotibû pêkanîna demokrasiyê zehmet e, lê aliyên peywendîdar gihîştin encamê. Em di vê çarçoveyê de ligel birayên xwe yên Goran û YNKê gihîştin rêkeftinê.”

Barzanî da zanîn ku ew li ser pêkanîna nehemîm Hikûmeta Kurdistanê li hev kir û wiha pê de çû: “Em hêvî dikin ku aliyên di hikûmetê de cih bigirin gavên pêwîst ên ji bo başkirina rewşa welatiyan bavêjin. Jib o hikûmet çak û bibandor bibe divê em zêdetir hewl bidin. Herwiha ji bo başkirina rewşa welatiyên divê em baş bixebitin.”

Waar.tv
Top