• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Şirnexê şer di navbeyna Artêşê Tirk û PKK de

Li Şirnexê şer di navbeyna Artêşê Tirk û PKK de
Li Bakurê Kurdistanê Bajarê Şirnexê Çiyayê Cudî Artêşa Tirkiyê Operasyona xwe, berdewam dike û heta niha, 3 Gerila û 5 leşkeran jiyana xwe jidest dan e.

Operasyona Artêşa Tirkiyê, ku beriya hefteyekê li çiyayê Cudî, li hemberî gerilayên PKKê destpêkiri bû, berdewam e.

Li gorî agahiyan, di navbera gerilayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer heye.

Li gorî nûçeyên ji herêmê, 3 Gerillayên PKKê, û 5 leşkerên Tirkiyê, di şer de, jiyana xwe winda kirin e û tirimbêlek sivîl jî, li gundê Zêtka bi ser teqemeniyê ajotiye û di encamê de, 2 xort, ku bira bûn, jiyana xwe jidest dan e.

Operasyona Artêşa Tirkiyê ku Colemêrgê jî, destpê kirîye, berdewam e û duhî 3 leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin.

K24
Top