Cenazeyê xortê ku DAIŞê ew şehîd kir, hat veşartin
Beşdar Sefer yekane birayê heft xwişkan bû, ew li ser gora wî hêsirên çavan dibarînin û dayîka wî bawer nake ku ew gora Beşdar e û dibêje: “Haya min ji tiştekî tine.”
Xelkê Mexmûrê bi zorê malbat û xwişkên Beşdar birin malê. Bi navbeynkariya sê giregirên Mexmûrê termê Beşdar ji deverên bin desthilata DAIŞê hate anîn, lê kesên ku termê wî anîn dibêjin "eger pişkinîna pizîşkî nebûya, me ew nas nedikir".
Bavê Beşdar piştî veşartina kurê xwe nimêj kir û piştre bi dua ji Xweda lava kir ku kujerên Beşdar ceza bike.
Zanyarî hene ku beşek ji xizmên çekdarên DAIŞê li Mexmûrê ne, lê DAIŞê guh neda vê yekê û çend roj piştî girtina Beşdar, wêneyên wî yên şehîdkirî belav kirin.
Ji bo bidawîanîna DAIŞê, Pêşmerge li gel hêzên Iraqî ji bo operasyonê amade ye, lê dibêjin ku bêyî asayîkirina rewşa deverên veqetandî û çêbûna baweriyê, nikarin vê pêngavê biavêjin.
Piştî 16ê Cotmeha 2017an, bi sûdwergirtina ji valahiya ewlehiyê ya navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî, çekdarên DAIŞê karîne beşek ji hêzên xwe rêk bixin, ji ber vê jî zirara herî mezin, xelkê deverên veqetandî dibînin.
Rudaw
