• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Nûnerên Cotkarên Kurdistanê civiya

Serok Barzanî li gel Nûnerên Cotkarên Kurdistanê civiya
Îro li Selahedînê Serok Barzanî li gel nûnerên Cotkarên Kurdistanê civiya.

Di vê civînê de nûnerên Cotkarên Kurdistanê behsa girift û kêşeyên xwe kirin.

Cotkar di civînê de behsa kêşeya neşandina pereyên berhemên wan ji aliyê Bexdayê ve bo Serok Barzanî kirin û daxwaz ji Seork Barzanî kirin daku bo çareser kirina kêşeya han hevkariya wan bike û dengê wan bigehîne Bexdayê.

Her di vê civînê de Serok Barzanî tekez li ser girîngiya cotkariyê di jiyana abûriya Kurdistanê kir û anî ziman ku di qonaxa şoreşa Eylûlê de cotkaran roleke mezin bo piştîvanîkirina şoreşê hebûye û çavkaniyeke berdewam ya şoreşa Eylûl û palpiştîkirina Pêşmerge bûne.

Serok Barzanî di berdewamiya axftinên xwe de behsa ser girîngiya kerta çandinê û bi pêwîst zanî kerta çandinê geş bibê û bibê kerta serekiya aboriya Kurdistanê.

Di beşekî dinê axaftina xwe da Serok Barzanî piştevaniya xwe ya tevahî ji bo daxwaziyên cotkarên Kurdistanê ragihand û eve jî dûpatkir ku ewê li ser cotkarên Kurdistanê hatiye kirin zulmekî eşkereye û hemû hewlan jî didîn ji bo vegerandina maf û diravê cotkarên Kurdistanê ku li cem Hikûmeta Iraqê maye.

Top