Efrîniyên di kampên Şehbayê de di rewşeke xirab de dijîn
Şanderê K24ê bo devera Şehbayê Ekrem Salih derbasî kampa Serdemê ya derbiderên Efrînê li devera Şehbayê bû û rewşa wan şopand û da zanîn, derbiderên Efrînê di serma Zivistanê û germa Havîn de di bin konan de derbas dikin.
Xelkê di kampê de gazinan ji kêmbûna alîkariyan dikin, bi taybet ku werzê Havînê li ber derî ye û rêjeya nexweşiyan di nava zarokan de dê zêde bibe. Li aliyekî din xelk dibêje: Ewê jiyana xwe li van kampan berdewam bikin, tenê ji bo ku vegerin ser mal û mikên xwe li Efrînê.
Derbiderê Efrînê yê bi navê Mesûd Xilo ji K24ê re got: “Kanî mafên mirovan. Li zarokan binêrin, dunya Havîn û germ e, kanî rêxistinên me li kû derê ne. Ev rêxistinên ku li ser kampê pereyan werdigirin, li milet seh nakin.”
Nîgar Sîlo dibêje: “Mabûna me di serî de ji bo em vegerin Efrînê ye. Em li vir di bin çadiran de li ber xwe didin, zor û zehmetiyan dikişînin, tenê ji bo em vegerin Efrînê warê xwe. Ji zarokê yeksalî û ta kalemêrê 90 salî dixwazin veger Efrînê.”
Rewşa devera Şehba ya dorpêçkirî ji aliyê rêjîma Sûriyê, Rûsya û Tirkiyê ve, hîşt ku kampên Şehbayê ji alîkariyan bêpar bimînin û herwiha ti destpêşxerî ji bo alîkariya Kurdên Efrînê jî tune ne. Rêveberiya Kampê diyar dike, karînên wan sînordar in û riya hawarhatinê jî car caran tên girtin û pêwîstî bi alîkariyên navdewletî heye.
Yek ji Rêvebirên Kampa Serdemê Idrîs Weqas ji K24ê re dibêje: “Ji aliyê tenduristî ve, em derbasî Havînê dibin û gel jê dê bi Havîna vir biêşe. Em bi hêvî ne saziyên pêwendîdar xwedî li vî gelî derkevin, çawa li kampên cîhanê dinêrin û dibin alîkar, divê bi gelê Efrînê jî alîkar bin, ji bo ev gel jiyana xwe bi awayekî baş derbas bike û rastî pirsgirêkên pir mezin neyê.”
Li devera Şehbayê 4 kampên derbiderên Efrînê hene, Kampa Serdem, Kampa Bexwedan, Kampa Veger û Kampa Efrînê û nêzîkî 2 hezar malbatên Efrînî tê de dimînin. Herwiha li gundên derdora Efrîn û Şehbayê jî nêzîkî 23 hezar malbatên Efrînî bicih dibin.
K24
