PDK û YNK ji bo pêkanîna hikumetê dawî rêkeftin îmzedikin
Peymnêra WAARê li Silêmaniyê ragihand: Sibe şandeke PDKê bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî serdana Polîtburoya YNKê dike, derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, dawî rêkeftin tê îmzekirin.
Herwiha şanda PDKê bi Tevgera Goranê re jî dicive.
Xelîl Serkanî endamê civata niştîmanî ya Tevgera Goranê bi WAARê ragihand; PDKê ew agehdarkirîne ku sibe roja yekşemê Nêçîrvan Barzanî dê bi serokatîya şanda danûstandkara PDKê sera Silêmanîyê bide û li gel şanda danûstandkara Tevgera Goranê dawî kombûna xwe bike û gotûbêja çewanîya ragehandina pêkînana hikumeta nû û berbijarên Tevgera Goranê ji bo wergirtina postên hikumî bê kirin.
