Xilûsî Akar: Waşitunê li ser devera aram li bakûra Surayê, nermî nîşan daye
Xilûsî Akar, di dîdarekê de li gel kenala NTV ya Turkî, got: Emerîka li ser dûristkirin a Devera Aram li bakûra rojhilata Suryayê û bi dirêjahîy sinûrê Turkîyayê hinek nermî nîşan daye.
Her li ser evê mijarê, duhî wezîrê derve yê Turkîyayê, Mewlûd Çawişoglu ragehand: Turkîya û Emerîka sebaret bi duristkirin a devera Aram li bakûra rojhilata Suryayê, ji rêkkevtinê nêzîk bûyine.
Meha bprî, serokatîya Turkîyayê ragehandibû, Devera Aram bi kevwarî hatîye duristkirin.
Li Dîsembera 2018yê, her yek ji serokê Emerîkayê, Donald Tiramp û serokê Turkîyayê, Receb Teyîb Erdogam ragehandibûn ew gehiştîne rêkkevtinê li ser duristkirin a Devera Aram li bakûra Sûrya.
Hevdem Turkîya ji dawîya sala bûrî ve amadekarîyê dike bo leşkerkêşîyê bo ser deverên rojhilata Furatê û bakûra Suryayê ku ew deverên hanê dikevin jêr desthilata Yekîne yên Paraztina Gel (YPG)yê.
