Ebdulmehdî:Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di asta herî baş de ne
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li Parîsê di civîne ligel Serokomarê Fransyê Emmanuel Macron de da xuyakirin ku têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê di asteke herî baş de ne.
Adil Ebdulmehdî piştî serdana Almanyayê gihişt Parîsê û îro 3yê Gualan 2019an li Koşka Êlîzê bi Serokomarê Fransyê Emmanuel Macron re civiya. Ebdulmehdî ragihadn ku Fransa bi awayekî herdemî piştevaniya Iraqê kiriye.
Di civînê de Ebdulmehdî ji Macron daxwaz kir, ku welatî wî bi awayekî bihê beşdariyê di proseya jinûveavakirina Iraqê de bike.
Ebdulmehdî wiha got: “Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di asta herî baş de ne. Rewşeke asayî ramanên ji hev cuda hebin, lê tişta girîng ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan diyalog û gotûbêj berdewam bin. Em dikarin pirsgirêkên wekî Şengal, Neynewa, petrol û deriyên gumrikê çareser bikin.”
Derbarê şerê li dijî DAIŞê de jî Serokwezîrê Iraqê ragihand ku bi saya hemahengiya di navbera hêzên Amerîka, Pêşmerge, Artêşa Iraqê, Heşda Şeibî û hevpeymaniya navdewletî DAIŞ hat têkbirin.
Adil Ebdulmehdî di heman demê de da zanîn ku dibe çend şaneyên razayî yên DAIŞê mabin û egera zindîbûna rêxistinê heye.
Di beramber de Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî amaje bi wê yekê kir ku Iraq ji bo welatî wî dewletekî girîng e, û got ku ew hêvî dikin ku Iraq li herêmê bibe minak û ew dê ji bo jinûveavakirina Mûsil û bajarên din ên Iraqê bibe alîkar.
Rudaw
