• Saturday, 14 February 2026
logo

HSD pêşnîyaza Emerîkayê bo belavkirina hêzên Tirkîyayê li bakûra rojhilata Suryayê red dike

HSD pêşnîyaza Emerîkayê bo belavkirina hêzên Tirkîyayê li bakûra rojhilata Suryayê red dike
Fermandeyê Hêzên Surya Demukrat(HSD) ragehand, Ew pêşnîyaza Emerîkayê bo belavkirina hêzên Tirkîyayê li bakûra rojhilata Suryayê red dikin.

Rojnameya Elmonîtêr ji Mezlûm Ebdê, fermandrê giştî yê HSDyê veguhaztîye, ku HSD pêşnîyazeka şanderê Emerîkayê bo dosêya Suryayê red kirîne li ser belavkirina hejmareka serbazên Turkîyayê li bakûra Rojhilata Suryayê.

Li gor axivtinên Mezlûm Ebdê, Ew hebûna serbazên Turkyayê bi ti awayekê qebûl nakin.

Li gor ku hatîye belavkirin, berî dû heftîyan Ebdê li gel Ceymis Cêfrî civîyabû û şanderê Emerîkayî ev pêşnîyaz pêşkeşî wan kiribû, lê fermandarê HSDyê ji Cifrî re gotîye ku ew bi merc wê pêşnîyazê qibûl dikin ew jî eger Turkîya ji Efrînê vekişe.

K24
Top