• Saturday, 14 February 2026
logo

Surya gefan li Turkîya û HSDyê dike

Surya gefan li Turkîya û HSDyê dike
Cêgirê wezîrê derve yê Suryayê, peyamek tund û gefdar arasteyê Turkîyayê û Hêzên Suryaya Demukrat kir û got: Her buhisteka axa welat Em careka din dê kontirol bikîn.

Feysel Mîqdad, cêgirê wezîrê derveyê Suryayê di dîdareka rojnamevanî de dibêje:Rê nadîn Turkîyayê yek Sentîmetir ji axa Suryayê dagîr bike. Ev jî di demekê de ye, ku Turkîya pişkeke mezin ji bakûra Suryayê xistîye jêr destê xwe.

Feysel Mîqdad dibîêje: Kurd li Suryayê bûyne dardestê Emerîkayê, ev di demekê de ku divêt wan emek û dilsojî hebe bo welatî; neku bo dijminan.

Di pişkeka dî ya axivtinên xwe de,Feysel Mîqdad, dibêje: Dvêt Turkîya baş bizane ku Em rê nadîn girûpên çekdar li Idlîbê bimînin û Em rijtîn li ser kontirolvekirin a her buhisteka axa Suryayê.

K24
Top