Akar û Jeffrey rewşa Sûriyê de guftûgo kirin
Akar û Jeffrey li Stenbolê hatin ba hev û di çarçoveya pirsa Sûriyê de nexşereya Menbiçê û hebûna YPGê ya rojhilatê Firatê hate gotûbêjkirin.
Jeffrey ev du roj in li Tirkiyê danûstandinan dike û duh jî piştî hevdîtina wî ya bi Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîn Kalin re, medyaya Tirkiyê ragihandibû: Kalin û Jeffrey lihevkirine ku di avakirina herêma ewle ya li Sûriyê de YPG cih nagire.
