• Saturday, 14 February 2026
logo

Ji îro ve her welatek petrola Îranê bikire, dê bê sizadan

Ji îro ve her welatek petrola Îranê bikire, dê bê sizadan
Biryara Amerîka ya zêdekirina sizayên li ser Îranê û dirêjnekirina bexîşna 8 welatên cîhanê ji bo kirîna petrola Îranê, îro 2 Gulanê dikeve warê bicihkirinê.

Roja 22 Nîsana 2019an Amerîka daxwaz ji welatên ku petrola Îranê dikirin kir, dest ji kirîna petrola wî welatî berdin û ji roja 2ê Gulanê ve her welatek pabend nebe, dê rûbirûyî sizayan bibe.

Ev pêngava Washingtonê di çarçova tundîkirina sizayên li ser Îranê de tê, ku piştî vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî bi çend qonaxan ew siza bi ser wî welatî de spendin.

Îro ew moleta Amerîka dabû 8 welatên cîhanê ku petrola Îranê bikirin, bidawî hat û êdî nabe petrola Îranê bikire. Piraniya wan welatan ji keşwera Asya ne û heyama 6 ew molet mehan dirêj kiribû.

Li gor zanyariyên raportên rojnamevanî, Şêwirmendê Asayişa Netewî John Bolton û Wezîrê Anerjiyê ya Amerîkî Rick Perry rola wan a sereke hebû ku Serokê Amerîka Donald Trump qayil bikin ku hinaredekirina petrola Îranê bo derve bi yekcarî bê rawestandin.

K24
Top