Rûsya red dike 4 leşkerên wê li Hemayê hatibe kuştin
Di daxuyaniyekê de,Wezareta Beravaniyê ya Rûsyayê ragihand ku "Di dema dawiyê de, ti leşkerekî rûsî li ser axa Sûriyê nehatiye kuştin û hemû nûnerên hêzên çekdar ên rûsî li Sûriyê di rewşeke ewle û tendirustî ya baş de ne û bi erkên xwe radibin."
Daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, nîşan bi wê yekê da ku nûçeya kuştina 4 leşkerên rûsî, ne rast e.
Ji çend rojan ve, hêzên sûrî û rûsî êrîşên giran dibine ser navçeyên herêma Hema, Idlib û Helebê.
Rudaw
