• Saturday, 14 February 2026
logo

Erdogan: Eger hilbijartinên Stenbolê dubare bibin emê bibin!

Erdogan: Eger hilbijartinên Stenbolê dubare bibin emê bibin!
Serokê Tirkiyê û serokê giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan gotiye, eger li Stenbolê hilbijartinên serokatiya şaredariyê dubare bibin emê bibin!

Zêdebarî wê yekê ku namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu di hilbijartinên serokatiya şaredariya Stenbolê de li hember namzedê AKPê Bînalî Yildirim bi fermî bi ser ket û ev demek e dest bi kar jî bûye, lê AKPê bi hêceta hebûna sextekariyê, daxwaza betalkirin û dubarekirina hilbijartinên Stenbolê kiriye lê heta niha Komîsyona Hilbijartinan ya Tirkiyê biryara dawî li ser vê yekê nedaye.

Rojnameya Turkiye ya Tirkiyê ragihandiye, serokê giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan di nav komek berpirsên AKPê de gotiye, eger hilbijartinên Stenbolê dubare bibin emê bi ser bikevin.

Li gorî agahiyên wê rojnamê, Erdogan ji bo ku wê gotina xwe bide qebûlkirin jî, behsa hilbijartinên 7 Hezîrana 2015 kiriye û gotiye, ma we nedît hilbijartinên 7 Hezîranê dubare bûn dengên me zêde bûn û me neçar neman di partiyên din re bikevin nav hevpeymaniyê…!

Hilbijartinên serokatiya şaredariyan li Tirkiyê roja 31 Adara îsal hatibûn kirin.

Basnews
Top