Serok Barzanî spasî erk û keda karkeran dike
Di 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran de, Serok Barzanî peyamek belav kir û hêviya jiyaneke xweş ji Karkerên Kurdistan, Iraq û Cîhanê re xwast.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: "Bi helkefta yekê Gûlanê roja cîhanî ya Karkeran germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî karkerên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêviya jiyanekî bextewer û dûrî li çewsandinê ji bo hemû karkerên azîz dixwazim û spasî erk û keda wan dikim".
Îro 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran e û ev çîna girîng ya civakê li tevahiya cîhanê vê boneyê bi çalakiyên cuda bibîr tîne.
K24
