Tirkiyê cihên PKKê li Amêdîyê bombebaran kirin
Jêderekî ji senterê deverdarîya Amêdîyê bi WAARê re ragehand; Îro sibehê balafirên şerker yên supayê Tirkiyê cihên Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê li çiyayê Zerk bi dûratîya kêmtirî çar kîlometran ji senterê bajarkê Amêdiyê bombebaran kirin.
Jêderî got jî: Dengê bombebaranê bi başî li senterê Amêdîyê hatîye bihîstin û tirs û du dilî li dev xelkê deverê dirust kirîye, lê ziyanên giyanî û maddî yên pekekê nehatîne zanîn.
Ji alîyê xwe ve Wezareta Bergirîya Tirkiya di daxuyanîyeka nivîskî de ragihand: Îro sibehê balafirên wan yên şerker, bingeh û veşargehên PKKê li deverên çiyayê Gareyî, Zap û Avaşînê bi dijwarî bombebaran kirin û ziyanên mezin yên maddî û giyanî gehandin gerîlayên PKKê.
Waar.tv
