• Saturday, 14 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm li ser rewşa navçeyên Kurdistanê semînerekî dide

Gulan Media April 30, 2019 Nûçe
Necmedîn Kerîm li ser rewşa navçeyên Kurdistanê semînerekî dide
Parêzgerê rewa yê Kerkûkê li ser rewşa navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê semînerekî dê bide.

Biryare îro 30.04.2019ê demjimêr 11:00ê li bajarê Soranê parêzgerê rewa yê Kerkûkê li zankoya Soranê semînerekî pêşkeş bike.

Semîner li salona konferansên fakulteya zanistî ya zankoya Soranê dê birêve biçe û taybet li ser guftûgo kirina rewşa naha ya herêma Kurdistanê, Iraqê û guhertinên li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê ye.

Necmedîn Kerîm ku siyasetmedarekî xwedî ezmûn ê kurd e, di encama xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê de Kerkûk û navçeyên Kurdistanê yên din ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve hat dagirkirin û ew jî ji erkê xwe hat dûrxistin.

Basnews
Top