• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî pêşwazî li şanda Huda-Parê kir

Gulan Media April 30, 2019 Nûçe
Barzanî pêşwazî li şanda Huda-Parê kir
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeka Partiya Doza Azad (Huda – Par) ya Bakûrê Kurdistanê kir.

Malpera fermî ya Barzanî ragihandiye, Serok Barzanî îro li ofîsa xwe li nahiya Pîrmam ya Hewlêrê pêşwazî li şandeka Huda-Parê bi serokatiya serokê giştî yê wê partiyê Îshaq Saglam kir.

Li gorî agahiyên malperê, di civînê de behsa rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa gelê kurd li wî welatî hat kirin.

Di hevdîtinê de her wiha têkestî li ser xebata aştiyane ya gelê kurd bo standina mafên xwe yên rewa hat kirin.

Huda-Par, ku partiyeka kurdî-îslamî ya Bakûrê Kurdistanê ye, sala 2012 hat damezirandin.

Basnews
Top