• Saturday, 14 February 2026
logo

Kiçek Kurd pişikdarî kombûn a Civat a Ewlehîyê bû

Gulan Media April 29, 2019 Nûçe
Kiçek Kurd pişikdarî kombûn a Civat a Ewlehîyê bû
Nûjîn keçeka Kurda Rojavayê Kurdistanê ye , ev dema 4 salane weke penaber gihîştiye Elamnya . Didemeke kin de bi dehan çalakî derbarê kesên xwedî pêdivîyên taybet de kirine .Bi 3 zimanên din jibilî kurdî daxive . Ew beşdarî civata Encûmena Ewlehiyê li Niyuyork bu û gotarek taybet pêşkêş kir.

Geşta 10 demjimêrî ji Niyuyork ê , Nûjîn ne westandiye, jibo gihandina peyama aşîtiyê .Nûjîn beşdarî civîna Encûmena Ewlehiya Navdewletî bû û daxwaz kir, ku civaka navdewletî kesên xwedî pêdiviyên taybet li cîhanê ji şer û kuştinê biparêze.

Di serê gotarê de , Nûjîn weke kurdek xwe da naskirin , lê ew bi navê hemû kesên xwedî pêdvîyên taybet axivî .

Rêxistina (Human Rights Watch) bi karên rêxistinî û teknîkî rabu , piştre Serokê Encûmena Ewlehiyê, Christoph Heusgen konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş bi Nûjîn Mistefa re saz kir. Eve Nûjîn her tim li jîna nû digere.

Bo zanyarî ya zêdtir li vîdyo ya jêr binere

K24
Top