• Saturday, 14 February 2026
logo

Qasim Silêmanî: Danûstan li gel Amerîkayê tê wateya radestbûn e

Gulan Media April 29, 2019 Nûçe
Qasim Silêmanî: Danûstan li gel Amerîkayê tê wateya radestbûn e
Fermandarê hêza Qudis a ser bi sipaha pasdarên Îranê, berevajî gotinên wezîrê derve yê Îranê dibêje, çûna ser masaya danûstanê li gel Amerîkayê tê wateya radestbûn e.

Li gor raporta malpera Fars News, Qasim Silêmanî di civîna giştî ya fermandar û berpirsên payebilindên hêzên leşkerî û polîsên Îranê de ragehand: ‘’Dijminên me dixwazin bi rêya fişar û dorpêçên aborî ve Îranê bikşînin ser masaya danûstandinan, ku bê guman ev yek jî tê wateya radestbûnê. Lê xelkê me hişyar e û di vê rewşê de danûstandin tê wateya zelûlbûnê.’’

Herwaha got, çend aliyek dixwazin pirsgirêkê berevajî bikin û dijmin divê bizanin Îran welatekî bihêze û ji aliyê ewlehiyê ve jî pêgeheştiye û divê Amerîka baş bizane ku ew asta ku gef dixwe dê encamên wê jî zêdetir berevajî bin.


Basnes
Top