• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê Parlementoya Tirkiyeyê :Daxwaz ji Leyla Gûvenê dike dest ji girêva birçîbûnê berde

Gulan Media April 29, 2019 Nûçe
Serokê Parlementoya Tirkiyeyê :Daxwaz ji Leyla Gûvenê dike dest ji girêva birçîbûnê berde
Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Mustafa Şentop daxwaz ji parlementera HDPyê Leyla Gûvenê dike ku dest ji girêva birçîbûnê berde.

Şentop di bernameya televîzyoneke Tirkiyeyê de eşkere kir ko daxwazên Leyla Gûvenê derveyî aqlê ne. Divê Leyla Gûven dest ji girêva birçîbûnê berde.

Serokê Parlementoyê herwiha eşkere jî kir: Ew serdana Leyla Gûvenê nake.

Parlementera HDPyê Leyla Gûvenê ji bo rakirina tecrîda li ser rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî 172 roj in girêva birçîbûnê dike. Digel Leyla Gûvenê ji 3 hezarî zêdetir kes û 3 parlementerên din ên HDPyê di girêva birçîbûnê de ne.
Top