• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî û Konsolê nû yê Îmarata Yekgirtiya Erebî li Hewlêrê civîyan

Gulan Media April 29, 2019 Nûçe
Serok Barzanî û Konsolê nû yê Îmarata Yekgirtiya Erebî li Hewlêrê civîyan
Îro roja yekşem 28.04.2019 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ehmed Îbrahîm Seîd Konsolê nû yê welatê Îmarat li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsolê nû yê Îmarat, silavên serkirdayetiya siyasiya welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û pêzanînên xwe ji bo aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê nîşanda.

Konsolê nû yê Îmarat li Hewlêr, bi navê welatê xwe spasî xelkê Herêma Kurdistanê ya ji bo yarmetîdan û hevkarîkirina koçberan kir. Eve jî xisterû Îmarat li peywendiyên xwe yên li gel Hewlêr berdewam dibe û dûpat li ser piştevaniya welatê xwe ya ji bo yarmetîdana koçberên li Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî spasî Konsolê nû yê Îmarat kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera her dû aliyan tekez li ser bihêztir kirina peywendiya siyasî û aborî û çandî ya di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê kir.

Waar.tv
Top