• Saturday, 14 February 2026
logo

'Tirkiye bi avakirina dîwar Efrînê ji Sûriyê cuda dike'

Gulan Media April 28, 2019 Nûçe
'Tirkiye bi avakirina dîwar Efrînê ji Sûriyê cuda dike'
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) avakirina dîwar li derdora Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dike û radigihîne, bi bêdengiya navdewletî û bi alîkariya Rûsyayê perçekirin û dagîrkirina Sûriyê tê rewakirin.

TEV-DEM di daxuyaniyekê de de ragihand, di demekê de ku hewldanên navdewletî ji bo hûnandina destûra Sûriyê ya demkî ya nû tê kirin, Tirkiye rewşê aloz dike û çareseriya siyasî asteng dike.

TEV-DEM dibêje, Tirkiye kiriyarên qirkirin, guhertina demografîk û guhertina nasnameya Kurdî ya Efrînê dike û dixwaze wê vediguherîne beşek ji Tirkiyê. Bi vê yekê hemû qanûnên navdewletî û peymanên navdewletî binpê dike.

Herwiha di daxuyaniyê de hat, Tirkiye bi lêkirina dîwaran hewl dide Efrînê tevlî sînorê dewleta Tirkiyê bike û Efrînê ji Sûriyê veqetîne. Tirkiye dixwaze senaryoya Qibrisê û Lîwa Îskenderonê dubare bike.

TEV-DEM rexneyê li helwesta Rûsyayê digire û dibêje, divê Rûsya berpirsyariya xwe ya exlaqî û dîrokî li hember kiryarên Tirkiyê rabe.

Basnews
Top