• Saturday, 14 February 2026
logo

Hewlêr û Bedxda dê bicivin bo çareserkirin a hemû arîşeyan

Gulan Media April 28, 2019 Nûçe
Hewlêr û Bedxda dê bicivin bo çareserkirin a hemû arîşeyan
Bi armanc a gêngeşekirinê li ser hemû arîşe yên di navber a Îraqê û Herêm a Kurdistanê de, evro şandek a hikumet a Îraqê ku pêkhatîye ji hijmarek a wezîr û berpirsan, serdan a Hewlêrê dê bikin.

Dr. Beşîr Hedad, cêgir ê serok ê perleman a Îraqê bi Kurdistan24 ragehand, biryare evero şandek a Bexdayê ku ji hijmarek a wezîr ên hikumet a Îraqê pêkhatîye, serdan a Hewlêrê bikin û li gel serkirdatî ya Herêm a Kurdistanê bicivin. armanc a ji wê serdanê, çareserkirina teva ya arîşeyane di navber a Herêm a Kurdistanê û Îraqê de.

Cêgirê serok ê perleman a Îraqê, xuya kir, şand a Bexda ji wezîr ên Pilandanan, Pîşesazî, Bazirganî, rewşenbîrî û çend wezîr ên din pêkhatîye. Ji bilî van wezîran her yek ji parêzgar ê Bank a Navendî û serok ê Deste ya Weberhînan a Îraqê û hijmarek a berpirs ên din jî hene.

Beşîr Hedad, amaje bi wê yekê jî kir ku ev wezîr li gel hevta yên xwe li Herêm a Kurdistanê dê bicivin. Ev jî bo hevahengî û ji hevtêgehêjtina zêdetire bi armanc a çareserkirin a arîşe yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

K24
Top