Fermandarê HSDê: Şamê heta aniha Rêvebereriya Xweser nas nekiriye
Mezlûm Kobanî ji rojnameya El-Beyan a Îmaratê re axivîye û wiha gotiye: “Meseleya gihandina çareseriyeke giştî ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê, beriya her tiştî girêdayî gelê Sûriyê ye. Em bi rêgeza daûnstandina Sûrî-Sûrî wekî bingeha çareseriyê ji tevahiya dozên Sûriyê û di nav de meseleya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bawer in.”
Herwiha Mezlûm Kobanî daye zanîn ku hikumeta navendî ya li Şamê heta niha rewşa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşniyazên wan ên peydakirina çareseriyeke giştî bi qebûlkirina Rêveberiya Xweser û taybet HSD nikare qebûl bike. Kobanî got: “Der barê gotinên ku tê kirin de ku Amerîka diyaloga di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Şamê de asteng dike, rola Amerîka di vir de ne esas e û biryarên siyasî yên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakevin bin sîwana îradeya hêzên derve.”
Li ser rola Tirkiyê ya li Sûriyê jî Mezlûm Kobanî wiha axivîye: “Tirkiye bi awayekî eşkere li ser zimanê serokê wê Recep Tayyîp Erdogan dibêje ku ew ji axa ku li Sûriyê dagir kiriye, venakişe û bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê hewl dide herêmên li rojhilatê Firatê û Minbicê dagir bike. Di demên dawî de jî xebatên xwe yên ewlehî û leşkerî zêde kirin da ku bigihîje vê armancê.”
Herwiha Mezlûm Kobanî derbarê avakirina herêmeke ewle de ku Tirkiye hewl dide ava bike, ev nirxand kir: “Me berê jî got em fikra herêma ewle ya ku dikeve xizmeta ewlehî û îstiqrara li herêma Rojhilatê Firatê bi parastina navneteweyî, qebûl dikin. Ji bo gihandina formekê ku ji hêla hemû aliyan ve were qebûlkirin, dan û standin dewam dike. Em bi israr in ku herêma ewle bi xwe re destwerdana Tirkiyê ji axa Sûriyê re neyne û rewabûnê nede Tirkiyê. Lê ji aliyekî din ve jî, bêyî çareseriya meseleya Efrînê, em nikarin bi Tirkiyê re bigihîjin lihevkirinekê daynin.”
Basnews
