17 leşkerên Sûriyê hatin kuştin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam ji navçeya “Bêçek” ve êrîşî bingehên baregehên artêşa Sûriyê yên li başûrê Helebê li eniya Zimar û Xan Toman kirin û di navbera wan de şer derket.
Li gor Rewangeha Sûrî, di wî şerî de 17 leşkerên artêşa Sûriyê û milîsên bi ser wê ve hatin kuştin û 30 leşkerên din jî birîndar bûn. Herwiha 8 çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam jî hatin kuştin.
Serokê Rewangeha Sûriyê Ramî Ebdilrehman da zanîn, şer heta vê sibê jî di navbera her du aliyan de berdewam kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, grubên cîhadî ji roja 24ê Nîsanê ve li navçeya “Bêçek” a rêkeftina Putin – Erdogan çalak bûne û êrîşî baregehên rêjîma Sûriyê yên li başûrê Helebê û bakurê Hemayê dikin.
Basnews
