• Saturday, 14 February 2026
logo

DIŞI bi nav û rengeke din serî hildide

Gulan Media April 27, 2019 Nûçe
DIŞI bi nav û rengeke din serî hildide
Fermandarê hêzên Kanadayê yên li Rojhilata Navîn general Ciaver di daxuyaniyekê de diyar kir ku niha şerê dijî DIŞIê hatiye guhertin û ji şerê leşkerî bûye şerê siyasî.

Ciaver herwiha diyar kir ku jiber nakokiyên siyasî û rewşa heyî ya li Îraqê derfet bo dûbare serîhildana DIŞIê bi nav û rengeke din heye.

Nav hatî eşkere kir ku jinav birina leşkerî ya DIŞIê nayê vê wateyê ku DIŞI nemaye jiber ku heta rewşa ewlekarî û siyasî ya Îraqê bi temamî aram nebe, DIŞIê nayê jinavbirin û niha jiber rewşa heyî ya li Îraqê egera vê yekê heye ku DIŞI bi nav û rengeke din li Îraqê de serîhilde.



Top