• Saturday, 14 February 2026
logo

NASA: Gola Urmiyê dubare zindî bûye!

Gulan Media April 26, 2019 Nûçe
NASA: Gola Urmiyê dubare zindî bûye!
Rêkxistina fezayî ya Amerîkayê ku bi NASA dihêre naskirin, du dîmenên cuda yên gola Urmiyê belav kirin ku ji fezatê ve hatine kişandin. Di dîmenê dawî da wisa xwiya dibe ku Gola Urmiyê zindî bûye.

Barîna baranên vê dawiyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hem bû sedema lehiyan û hem jî bû zindûbûna gol û rûbaran. Di van çend salên dawiyê ji ber siyaseta Komara Îslamî ya Îranê Gola Urmiyê ziwa bibû.

Herçend xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji bo rê li ber girtina ziwabûna Gola Urmiyê xwepêşandan bi rêve dibirin û gelek caran rastî êrîşên pasdarên Komara Îslamî ya Îranê dihatin. Hişkesaliya çend salên dawî, kolana bîrên avê, çêkirina bendavên avê, bikaranîna ava golê ya ji bo çandiniyê û mifaya ji ava çemên Nazlî, Berandêz, Beresor, Zerêbar bibû sedem ku Gola Urmiyê ziwa bibe.

Basnews
Top