Berpirsekî PDKê: Dahata petrola Kerkûkê zelal nîne
Cîgirê serokê encumena serkirdetiya Kerkûk û Germiyanê ya PDKê, Diyarî Husên ji BasNewsê re got, bi rastî rewşa xelkê Kerkûkê di warê derûnî û ewlehiyê de xirab e û xelk gelekî tengav bûne.
Diyarî Husên her wiha got, ewên ku niha Kerkûkê birêve dibin, parêzgarê sepandî Rakan Cibûrî û yên derdora wî, bi kêfa xwe çi dixwazin dikin. Erd û malên kurdan zeft dikin û mafên wan jî dixwin.
Wî berpirsê PDKê behsa dahata petrola Kerkûkê jî kir û got, nayê zanîn ew diravê ku ji firotina petrola Kerkûkê tê komkirin, çawa tê xerckirin. Kes nizanine ew dirav çi lê tê.
Li ser hinartin û firotina petrola Kerkûkê jî wî berpirsê PDKê got, beşek ji petrola bi qaçaxî û bi tankeran diçe Îranê, diravê wê jî dikeve berîka parêzgar û yên nêzîkî wî. Mixabin hinek kurd jî şirîkên wî ne.
Basnews
